Li Kirklareliyê 27 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li du navçeyên Kirklareliyê 27 koçberên bêdestûr ku xwestin dereqanûnî derkevin dervayî welêt, hatin girtin.

Li Kirklareliyê 27 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Kirklareliyê 27 koçberên bêdestûr ku xwestin dereqanûnî derkevin dervayî welêt, hatin girtin.

Ekîbên cendirmeyê li navçeyên Demîrkoy û Babaeskiyê 4 kom tesbît kirin ku amadekarî dikirin derkevin dervayî welêt.

Ekîban li gundê Karamesutlu yê navçeya Babaeskiyê kamyoneta ku H.C. diajot rawestand. Di kontrolan da 21 Pakistanî hatin girtin.

Herwiha ajokar H.C. jî bi îdiaya organîzator e hat binçavkirin.

Herwiha ekîban li navçeya Demîrkoyê jî 6 koçberên bêdestûr ên Efxan û Îranî girtin.

Koçber piştî miemeleyên li cendirmeyê radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê kirin.AA

Dîroka nûkirinê: 01 Cotmeh 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE