Li Kirklareliyê 41 koçberên bêdestûr ên hewl didan bi rêyên dereqanûnî derkevin dervayê welêt hatin derdestkirin.
Ekîbên cendirmeyan li Luleburgaz, Babaeskî û Kofçaza navçeyên Kirklareliyê 6 komên hewl didan bi rêyên dereqanûnî ji nêzî Derekoya Deriyê Sînor ya li aliyê Bulxaristanê ra derkevin dervayê welêt tesbît kirin.
Ekîban 41 koçberên bêdestûr ên welatiyê Îran, Iraq, Pakistan û Efxanistanê derdest kirin. Bi îdiaya organîzatoriya koçberên bêdestûr kirine jî 2 şikbar hatin binçavkirin.
Koçberên bêdestûr piştî karûbarên fermî teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr kirin.AA