Li Kirklareliyê trên li servîsa karkeran qelibî, 27 kes birîndar bûn

Li Kirklareliyê trên li servîsa karkeran qelibî, 27 kes birîndar bûn

Li bajaroka Alpullu ya Babaeskiya navçeya Kirklareliyê trêna bar li servîsa karkeran qelibî, 27 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyê, trêna bar li derwazeya hemzemînê li mînîbusa servîsê ya karkeran qelibî.

Di encamê da mînîbus serkêlekê welgeriya, 27 karkerên tê da birîndar bûn. 

Birîndar rakirin Nexweşxaneyên Dewletê yên li Alpullu û Babaeskiyê.

Waliyê Kirklarerliyê Osman Bilgin çû ciyê bûyerê, ji Qaymeqamê Babaeskiyê Şenol Levenet Elmacioglu agahî sitand.

Bilgin di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, trêna bar li derwazeya hemzemînê li servîsa karkeran qelibî û di encamê da 27 welatî birîndar bûn.

Walî Bilgin got, "Di qezayê da mirî tunene û lewma ev yek ji bo me dilşabûn e. Xwedê şifayê bide hemû birîndaran. Her wisa ez ji bo hemû hemşehriyên me yên Kirklareliyî hêviya derbasîbûnê dixwazim."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE