Li Kiziltepeyê berhevkirina tûfirengiyan 

Li Baxçeyê Mezopotamyayê cara ewil bi destê jinan tûfirengî hatin berhevkirin 

Li Kiziltepeyê berhevkirina tûfirengiyan 

Li Qosera Mêrdînê bi piştgiriya şaredariyê beriya du salan baxçeyê tûfirengiyan ê mezopotamyayê hate avakirin. îsal cara ewil tûfirengiyên ji wî baxçeyî hatin berhevkirin. rêvebirên navçeyê dibêjin; wê di pêşerojê de çandina tûfirengiyan belav bibe. 

Li navçeya Qoserê, Kooperatîfa Pêşketina Jinên ku Çandiniyê Dikin projeyeke li ser tûfirengiyan amade kir. 

Proje ji aliyê Serokatiya Îdareya GAPê ve hat qebûlkirin û di çarçoveya projeyê de bi alîkariya Şaredariyê Baxçeyê Tûfirengiyan ê Mezopotamyayê hat avakirin. 

Piştî du salan cara ewil jinên kedkar ji baxçeyê 20 donimî tûfirengî berhev kirin. 

Jinên xebatkar rojê nêzî 800 kîlo tûfirengî berhev dikin. 

Rayedarên navçeyê dibêjin; çandina tûfirengiyan gelek baş e. Ji ber vê jî wê di demeke kurt de çandina tûfireniyan belav bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE