Eyd û şahî ji bo cotkaran nîne. Lewra ew di van rojan de jî li ser karê xwe ne. Li Kiziltepeyê cotkaran dest bi rakirina ceh kir. Pûşê ku ku di pirêzeyan de dimîne jî dikin ka û berhev dikin.
Îsal ji ber şewbê di gelek sektoran de kar rawestiya.
Lê, berovajiyê wan cotkarî bi pêş ket.
Tevî ku cejn be jî karê cotkaran berdewam e.
Li Kiziltepeyê cotkaran dest bi rakirina ceh kir.
Lê tevî xebata zêde, cotkar ji halê xwe razî ne û dixwazin zêdetir hilberînin.
Li aliyê din kayê jî lêdixin û berhev dikin.