Li Kiziltepeyê firotina zeytûnan

Zeytûnfiroş dixwazin şaredarî ji wan re bazareke sergirtî ava bike...

Li Kiziltepeyê firotina zeytûnan

Li Bazara KiziltepeZeytûnên ku qalîteya wan gelek baş e tên firotin. zeytûnfiroş dibêjin zeytûn ji ber şilî û tavê xera dibin û dixwazin şaredarî piştgiriya wan bike. daxwaza wan ji bo esnafên qoserê bazareke nûjen a sergirtî ye.

Her sal van çaxan gelek cinsên zeytûnan tên bazara Zeytûnan a Qoserê.

Îsal jî li bazarê dema firotina zeytûnan dest pê kir lêbelê zeytûnfiroş îhtiyaceke xwe tînîn zimên.

Bazarvan dibêjin zeytûn ji ber şilî û tavê zû xera dibin ji bo vê yekê jî ji wan re bazareke sergirtî û nûjen lazim e.

Zeytûnfiroş niha bangî şaredariyê dikin û li hêviyê ne ji bo wan bazerek bê avakirin.

Dîroka nûkirinê: 15 Mijdar 2018, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE