Li Kiziltepeyê kampanyaya ji bo çêkirina rêya hawirdor

Di kampanyayê da 92 hezar û 832 îmze hatin berhevkirin.

Li Kiziltepeyê kampanyaya ji bo çêkirina rêya hawirdor

Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê ji bo ku li ser ya Îpekê êdî qeza çênebin û rêyeke hawirdor bê çêkirin 92 hezar û 832 îmze hatin berhevkirin.

Federasyona Piştevaniya Civakî ya Mêrdînê ji bo ku qezayên li ser Rêya Îpekê dawî bibin, mirî û birîndar çênebin par kampanyaya îmzeyê da destpêkirin.

Di kampanyayê da 92 hezar û 832 îmze hatin berhevkirin.

Şerîf Oterê Serokê Federasyona Piştevaniya Civakî ya Mêrdînê daxuyand ku divê rêya hawirdor acil bê çêkirin ku rê li ber qezayan bê girtin.

Oter got wan 92 hezar û 832 îmzeyên hatine berhevkirin ji Serokomariyê ra şandine û wiha dewam kir: "Me serî li şaredariyan da. Ji kerema xwe bila di demeke kin da gav bên avêtin da ku rêya hawirdor bê çêkirin."

Dema hevpeyvîn dihat kirin qezayek çêbû

Oter got ji nav navçeyê gelek wesayîtên giran derbas dibin û wiha axivî: "Binêrin em hevpeyvînê dikin qezayek dîsa çêbû. Binesazî û sersazî kêm e. Çi karê van wesayîtan di nav bajêr da heye. Em dixwazin li vir rêya hawirdor bê çêkirin. Her meh li ser vê rêyê yek an jî du mirovên me dimrin, bila nemrin. Ev wesayît dibin sedema mirinan, bajêr jehrî dikin, hawirdor qirêj dikin. Ev der deşteke rast e û çêkirina rêya hawirdor ne pir zehmet e. Ji kerema xwe bila her kes vê mijarê bixe rojeva xwe û bila gav bên avêtin. Qiziltepeya xwedî 300 hezar nifûsî û ji 44 bajaran mezintir bila ji vê pirsgirêkê xilas bikin."

 Welatî Cebraîl Bulbulê 50 salî jî got ev 40 sal e li ser vê rêyê qeza çêdibin û wî şahidiya van qezayan kiriye.

Bulbul got eqrebayên wî jî di van qezayan da mirine û ji rayedaran xwest ku rêyeke hawirdor bê çêkirin da ku êdî kes nemire.

Mehmet Salih Aydogan jî anî ziman divê rê bilez bê çêkirin û wiha axivî: "Li navçeyê germahî digihêje 45-50 pileyî. Di vê germê da kal û pîr, seqet û jin nikarin ji bihûrekê derbas bibin. Li navçeyê hema bibêje eqrebayê her malbatekê di qezayan da mirine. Em ji rayedaran dixwazin bila acil rêyeke hawirdorê çêkin."AA

Dîroka nûkirinê: 10 Tîrmeh 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE