Li Qosera Mêrdînê mizgefta herî mezin a navçeyê tê çêkirin. Mizgeft wê wekî kulliyeyê kompleks be û di heman demê de 3 hezar kes wê karibin bi hev re îbadetê bikin.
Înşeata mizgefta herî mezin a Qoserê dest pê kir.
Di danîna hîmê înşeatê de dia hatin kirin û qurban hatin dayîn.
Mizgeft wê bi qasî kulliyeyeke kompleks be û di mizgeftê de wê pirtûkxane, cihên serxweşiyê, aşxane û navendên rêberiya dînî jî hebin.
Gava avakirina mizgeftê xelas bibe wê li Qoserê bibe mizgefta herî mezin û 3 hezar misilman wê karibin di carekê de îbadetê bikin.
Avahiya mizgeftê wê di demeke kurt de bê qedandin.