Li Kiziltepeyê restorekirina mizgefta mezin a dîrokî

Mizgefta bêhempa ya nêzî 900 salî hat restorekirin

Li Kiziltepeyê restorekirina mizgefta mezin a dîrokî

Mizgefta mezin a qoserê, di heyama artûkiyan de hatiye çêkirin û nêzî 900 sal e ku li ser linga ye. Mizgefta ku bi dîrok û mîmariya xwe berhemeke girîng e, ji sala 2015an û vir ve dihat restorekirin. Restorasyona mizgeftê qediya û dîsa ji îbadetê re hat vekirin.

Mizgefta mezin a Qoserê di heyama Artûkiyan de ji aliyê Yavlak Arslan Beg ve hatiye çêkirin.

Mizgefta dîrokî, ev nêzî 900 sale ku li ser linga ye.

Mizgefta ku bi dîrok û mîmariya xwe balê dikşîne, ji sala 2015an û vir ve dihat restorekirin.

Niha restoreya mizgeftê qediya û bi beşdariya gelek rayedar û xelkê Qoserê dîsa ji îbadetê re hat vekirin.

Xelkê Qoserê bi kêfxweşî nimêja xwe kir.

Dîroka nûkirinê: 16 Adar 2019, 16:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE