Li Kızıltepeyê tevdîrên li dijî koronayê

Li Kızıltepeya Mardinê hin fabrîqe tevdîrên taybet digirin. Fabrîqeyek ji bo dest lê nekeve nanên streçkirî çêdike

Li Kızıltepeyê tevdîrên li dijî koronayê

Hûn jî dizanin ji bo mirov bi vîrûsa koronayê nekeve paqijî gelek girîng e. Ji bona paqijiyê jî gelek tevdîr tên girtin. Li Kızıltepeya Mardinê jî fabrîqeyek ji bo vîrûsa koronayê zêdetir belav nebe xebateke taybet dike. Fabrîqe hemû nanên xwe streç dike û wisa difiroşe.

Tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê li herêmê jî dewam dikin.

Li Kızıltepeya Mardinê hin fabrîqe tevdîrên taybet digirin.

Yek ji wan jî fabrîqeyeke nan e.

Fabrîqeya li navçeyê ji serê pandemiyê û vir ve nanekî taybet çêdike.

Nan di fabrîqeyê de bê temas tê çêkirin û destê tu kesî lê nakeve.

Xebatkarên fabrîqeyê dibêjin paqijî li dijî koronayê ji tevdîrên herî girîng yek e. Loma jî em dixwazin Kızıltepeyî nanê streçkirî û paqij bixwin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE