Li deşta Mardinê cotkaranên ku genimê xwe dirûtin niha berê xwe yê duyemîn garis diçînin. Cotkar dixwazin ji bo avdanê piştgiriya ceyranê bê dayîn.
Li deşta Qoserê salê çandiniya 2 mehsûlan tê kirin.
Cotkar piştî genim garis diçînin û li Tirkiyê ji 3 paran parekê garis li vê derê tê çandin.
Cotkarên Mêrdînî piştî genimê xwe dirûtin, dest bi tovkirina garis kirin.
Lê li herêmê avdanî ji bîrên kûr tê kirin û ceyran zêde diçe.
Ji bo li deşta Qoserê garis bê çandin cotkar piştgiriyê dixwazin.
Li deşta Mêrdînê salê li ser milyonek û 500 hezar donim erdî garis tê çandin.