Li KKTCyê di turîsta Alman da vîrusa koronayê hat tesbîtkirin

Pîllî di daxuyaniya xwe ya li Turk Ajansi Kibrisê da got ku qefleya turîstan a ji 30 kesî pêk tê ya ku ji Balîngena bajarê Almanyayê şeva yekşemê hat bi serwêseke taybet birin otêleke li Gazîmaxusayê. 

Li KKTCyê di turîsta Alman da vîrusa koronayê hat tesbîtkirin

 Wezîrê Tenduristiyê yê Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur (KKTC) Alî Pîllî ragihand ku bi turîsteke jin a 65 salî ya ku ji Almanyayê hat ra vîrusa koronayê hat tesbîtkirin.

Pîllî di daxuyaniya xwe ya li Turk Ajansi Kibrisê da got ku qefleya turîstan a ji 30 kesî pêk tê ya ku ji Balîngena bajarê Almanyayê şeva yekşemê hat bi serwêseke taybet birin otêleke li Gazîmaxusayê. 

Pîllî diyar kir ku di turîsteke jin a 65 salî ya di qefleyê da ya ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Burhan Nalbantoglu a li Lefkoşayê da testa vîrusa koronayê pozîtîf derket. Pîllî ragihand ku otêla li Gazîmaxusayê ya ku qefle lê ye hildan karantînayê. 

Hat ragihandin ku rewşa turîstê nexweş baş e û tedawiya wê dewam dike.

Wezareta Tenduristiyê ya KKTCyê ragihand ku kesên bi wan ra wek kesên li welatên lê vîrusa koronayê tê dîtin heke di nav 14 rojên dawîn da agir, bêhnçikan, kuxik hebe dikarin 7/24 xwe bigihînin xetên Ekîba Şewbê ya Wezareta Tenduristiyê ya KKTCyê yên bi nimreya 0533 85011 88 an jî 0548 850 11 88an. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE