Ji hêla Tirkiye û Qibrîsa Bakur va di navbera 6-10ê îlonê da wê "Tetbîqata Bahoza Behra Spî ya Serpel Cengîz Topel" bê kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî yekîneyên Fermandariya Hêzên Ewlehiyê ya Komara Tirk a Qibrîsa Bakur û yên Fermandariya Hêzên Aştiyê ya Tirk a Qibrîsê wê di 6-10ê îlonê da li Komara Tirk a Qibrîsa Bakur "Tetbîqata Bahoza Behra Spî ya Serpel Cengîz Topel" bikin.
Ev tetbîqat her sal tê kirin, armanca wê ew e ku perwerde, hevkarî û xebata bi hev ra pêşva here.
Ji Tirkiyeyê jî hêzên bejayî, esmanî û behrê beşdarî tetbîqatê dibin û ev tetbîqat bi hevkariyê wê bê kirin.
AA