Li Çayirovaya navçeya Kocaeliyê agir bi fabirqeyeke tekstîlê û depoyeke lojîstîkê ket û ekîbên îtfaiyeyê li gor kifşkirinên ewil cesedê 4 kesan derxist.
Li taxa Cumhuriyetê ji ber sedemeke nediyar agir bi fabirqeya tekstîlê û depoya lojîstîkê ku li ser qadeke mezin a der û dora wê fabirqeyên din jî hene ava bûye, ket.
Li ser cabdayînê gelek ekîbên îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Ji bo ku agir û alav nepeke fabirqeyên der û dorê, ekîbên îtfaiyeyê tevdîr hildan, di fabirqeyê da çend teqîn jî çêbûn û ekîban midaxele kir.
Hat gotin ku di hundirê fabirqeyê da 30 kesên ku îro hatine mesaiyê hebûne, gelekan bi xwe xwe avêtiye derva, 5 kesên ku birîndar bûne jî rakirine nexweşxaneyên derdorê.
Ekîbên îtfaiyeyê li ser êxbara ku hin kes di hundir da mehsûr mane, xebat dan destpêkirin.
Îtfaiyeya parêzgeha Kocaeliyê û navçeyên wê û ya Stenbolê jî hate hewarê.
Agir piştî 4 saet û nîvan hat temirandin û paşê ekîb derketin qata sêyemîn û rastî cesedê 4 kesan hatin.
Ekîbên îtfaiyeyeyê ji bo kesên ku li gor texmînê tê da mane dixebitin.
AA