Li Kocaeliyê şewata li xaniyê malbata Sûriyeyî

 Li Derînceya navçeya Kocaeliyê di bînayeke darîn ku malbateke Sûriyeyî tê da dimîne da şewat derket û ji 5 zarokên li mal 2 jê mirin, 3 jê jî birîndar bûn.

Li Kocaeliyê şewata li xaniyê malbata Sûriyeyî

 Li Derînceya navçeya Kocaeliyê di bînayeke darîn ku malbateke Sûriyeyî tê da dimîne da şewat derket û ji 5 zarokên li mal 2 jê mirin, 3 jê jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyê, li Kolana Cevher Dudayev di qata duyemîn a bînaya darîn a duqatî da çaxê 5 xwîşk û birayên Sûriyeyî ku yê herî mezin 14 salî ye, li mal bûn ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin, şewat derket. 

Xelkê taxê yê ferq kir ku dê û bavê zarokan li mala ku agir pê girt nînin, gazî îtfaiye û 112 Servîsa Bilez kirin.

- Welatiyan 3 zarok xilas kirin

Welatiyên ku ketin hundirê malê, 3 zarokên ku hinekî şewitîbûn, derxistin derva, lêbelê rastî herduyên din nehatin.

Hat ragihandin, xetere li ser jiyana zarokên ku bi destê peywirdarên tenduristiyê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Derînceyê hatin veguhastin, tuneye.

Ekîbên Agirkujiya Şaredariya Bajarê Mezin Kocaeliyê bi xebateke 2 saetan bi zorê agir vesandin.

Piştî vesandinê ekîb ketin hundirê avahiyê û rastî cesedê herdu zarokan hatin.

Ji bo otopsiyê, cesed rakirin morga Nexweşaneya Dewletê ya Kocaeliyê.

Ferdên mayîn ên malbatê yên ku hatin malê, ji xwe va çûn û xeriqîn.

Xebatên kifşkirina sedemê destpêkirina agir dewam dikin.

Dîroka nûkirinê: 19 îlon 2018, 10:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE