Li Kolikê banê axurê hat xwarê

Di bin ban de 22 heywan telef bûn. Li Şirnexê jî ji ber şewatê 65 mêşin û bizin telef bûn.

Li Kolikê banê axurê hat xwarê

Li Kolika Semsûrê ji ber berfa zêde banê axurekî hat xwarê. Di bin ban de 22 heywan telef bûn. Li gundekî Şirnexê agir bi axurê girt û 65 mêşin û bizin telef bûn.

Li Kolika Semsûrê ji ber berfa zêde banê axurê hat xwarê.

Ev hefteyek e ku li vir berf gelek barî, banê axurê li ber xwe neda û bi temamî hilweşiya.

Li axurê 60 heywan hebûn û ji wan 22 heywan telef bûn.

Hat zanîn ku nêzî milyonek û nîv lîre zirar çêbûye.

Şirnex

Li Şirnexê li gundê Naviyana Şêxan di axurekê de agir derket.

Ji ber şewatê 65 mêşin û bizin telef bûn. Bi alîkariya welatiyan agir hat vemirandin.

Ji ber ku gelek sewal avis bûn zirar zêdetir e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE