Hat ragihandin ku li Komara Kongoya Demokratîk, 5 hezar û 110 kes ji ber sorikê mirin.
Li gor rapora Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li Komara Kongoya Demokratîk şova sorikê heye.
Hat destnîşankirin di navbera 1ê rêbendan û 17ê cotmehê da nêzî 250 hezar û 270 kes bi sorikê ketine û 5 hezar û 110ê wan jî ji ber sorikê mirin.
Li gor daxuyaniyê sorik herî zêde li nav zarokên ku emrê wan ji 5 salan biçûktir e tê dîtin û ji sedî 90ê wan dimirin. Li gor daneyan jimara mirinan li gor par 3 qat zêde bûye.
Li Kongoyê ji ber şewba ebolayê ji meha tebaxê ya sala 2018an vir va 2 hezar û 200 kes mirin. Li gor raporê jimara miriyên ku ji ber sorikê mirin ji vê reqemê derbas bûye.
Li Benîna bajarê ku dikeve rojhilatê welêt ji ber bûyerên tundî û êrîşên komên çekdar 99 sivîl hatin kuştin.
Ji ber bûyer û êrîşên çekdar ji welat 49 xebatkarên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê vegeriyan welatên xwe.