Li Kongoyê ji ber şewba ebolayê 979 kes mirin

Li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) ji ber şewba ebolayê jimara miriyan gihişt 979 kesan.

Li Kongoyê ji ber şewba ebolayê 979 kes mirin

Li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) ji ber şewba ebolayê ya ku tîrmeha par dest pê kiribû jimara miriyan gihişt 979 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya KDKyê daxuyanî da û ragihand ku ji dawiya meha tîrmehê vir va ji ber şewba li eyaleta Kîvuya Bakur dest pê kir hejmara kesên agirê wan dertê û xwîn jê diçe gihîşt hezar 572 kesan.

Hat tesbîtkirin vîrûsa ebolayê ji wan kesan bi hezar û 506 kesan vegeriyaye. 

Ji ber nexweşiyê ji wan hin kesên din jî mirin û bi vî awayî hejmara kesên ji ber nexweşiya ebolayê mirin jî gihişt 979 kesan. Dermankirina 88 kesan jî hê dewam dike û 439 kes jî ji nexweşiyê xilas bûn û niha rewşa wan baş e. 

Ji hêla din va di çarçoveya kampanyaya aşiyê ya 8ê tebaxê dest pê kir vir da jî bi tevahî derzî li 111 hezar û 920 kesan hat xistin.

Ebola cara ewil di sala 1976an da li Nzaraya bajarê Sudanê û Yambukuya bajarê KDKyê di heman heyamê da derketibû meydanê û di sala 2013an da jî li Afrîkaya Rojava belav bûbû.

Di navbera salên 2014-2017an da li Gîne, Lîberya û Sîerra Leoneyê vîrûsa ebolayê bi 30 hezar kesî belav bibû û ji 11 hezarî zêdetir kes ji ber vê nexweşiyê miribûn.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Gulan 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE