Li Konsulxaneyê wê lêgerîn bê kirin

Gelo mirov dikare kuştina rojnamegerê Siûdî îspat bike?

Li Konsulxaneyê wê lêgerîn bê kirin

Gelo çi bi serê Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi de hat? Li gorî hin îdiayan Kaşikçi hatiye kuştin. Li gorî pisporên edlî jî heger cînayetek hebe û Kaşikçi hatibe kuştin, îspatkirina vê jî mimkûn e.

Tirkiye wê li Konsulxaneya Erebîstana Siûdiyê lêgerînê bike.

Ji bo vê jî ekîbeke pispor û zana hat avakirin.

Her wiha di lêgerînê de wê kûçikên K9’ê jî hebin

Heke rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi hatibe kuştin, wê çaxê îspatkirina vê cînayetê mimkûn e an na?

Ya rast di rewşeke wisa de, meriv dikare li derdorê hin delîlan tespît bike. Heta bi tevahî hatibe paqijkirin jî.

Ewilî xebatkarên vekolîna cihê bûyerê li wir lêgerînê dikin.

Pişt re jî pisporên Tiba Edlî jî li ser delîlan lêkolînê dikin.

Bi vî awayî, li wê derê bûyerek bûye an na tê tespîtkirin.

Yanê wek ku tê îdiakirin, Cemal Kaşikçi li Konsulxaneyê hatibe kuştin, îspatkirina vê ne zehmet e.

Li gorî pisporên tiba edlî, meriv dikare delîlan tespît bike.

Pisporê Tiba Edlî Prof.Dr. Nevzat Alkan: “Li bajaran polîs, li çolterê jî Cendirme ji bo lêkolîna cihê bûyerê berpirs in û malzemeyên wan ên teknîkî jî gelek baş in. Heger cihê ku lê lêgerîn tê kirin delîlek hebe, ew jî wê teqez bê tespîtkirin.”

Di Lêgerîna li konsulxaneyê de armanca ewil, tepîtkirina nimûneya DNA’ya Kaşikçi ye.

Pisporê Tiba Edlî Prof.Dr. Nevzat Alkan: “ Ewilî, lêgerîneke giştî, Pişt re jî wê bi malzemeyên teknîkî lêgerîn bê kirin. Bi riya şewqa ultraviyole û bi hin spreyan, wê xwîn, xwîdan û mûyên mirov bên tespîtkirin. Ji van yek tespît bû şûn de ji bo aîdê kî ye jî wê li laboratuwarên kirîmînil lêkolîn bên kirin.

Çav li rê ne ku, piştî lêkolînê aqubeta Nivîskarê Washington Postê Cemal Kaşikçi jî diyar bibe.

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2018, 17:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE