Li Konyayê di kargehekê da teqîn çêbû

Gelek ambulans û ekîbên îtfaiyeyê sewqî herêmê kirin.

Li Konyayê di kargehekê da teqîn çêbû

Li gor agahiya ku hat hildan, li Selçukluya navçeya navend, li taxa Nîşantaşiyê, ser kuçeya Makamiyê ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, di kargehekê da teqîn çêbû.

Gelek ambulans û ekîbên îtfaiyeyê sewqî herêmê kirin.

Piştî teqînê du kes xwe va çûn û ekîbên tenduristiyê midaxale kirin.

Ji ber teqînê di kargehan da xesar çêbû.

Şaredarê Meramê Mustafa Kavuş daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku di teqînê da gelek kargehan xesar hilda.

Kavuş wiha dewam kir, "Heta niha tiştek bi kesî nehatiye. Înşeallah çênabin jî. Avahî tê valakirin. Hê tam ne diyar ku çima wisa bûye, lê li gor texmînê ji ber xaza siruştî teqîn çêbûye. Di teqînê da agir tunebû, toz û dûman çêbû. Vê gavê talûkeya şewatê tuneye. Tevdîr hatin hildan. Di qatên jorîn da xesr çêbûye, lê camên kargehên derdorê şikestin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE