Li Konyayê mala kerpîç tep bû: 3 mirî

Walî Cuneyit Orhan Toprak: "Heta niha ji bin kavil 2 jê zarok cesedê 3 kesan hat derxistin. Em pê hesiyan ku di binê kavil da kes nemaye"

Li Konyayê mala kerpîç tep bû: 3 mirî

Li Karataya navçeya Konyamaleke kerpîç tep bû û 2 jê zarok 3 kesên ku di bin kavil da man, mirin.

Li gorî agahiyê, li Taxa Akçeşme ya li ser navçeyê mala kerpîç a li Kuçeya Akçeşmeyê destê sibehê ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin, tep bû.

Li ser îxbara kesên nêzîk, gelek ekîbên AFAD, îtfaiye, polês û tenduristiyê bo herêmê hatin sewqkirin.

Waliyê Konyayê Cuneyit Orhan Toprak diyar kir ku îro destê sibehê li navçeya Karatayê bûyereke nexweş qewimî.

Toprak bal kişand ku piştî îxbarê, hemû ekîb bo herêmê hatin sewqkirin û wiha got, "Heta niha ji bin kavil 2 jê zarok cesedê 3 kesan hat derxistin. Em pê hesiyan ku di binê kavil da kes nemaye."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE