Li Konyayê otobus welgeriya

Li Seydîşehira navçeya Konyayê otobusek welgeriya û di encamê da 9 kes birîndar bûn.

Li Konyayê otobus welgeriya

Li Seydîşehira navçeya Konyaotobusek welgeriya û di encamê da 9 kes birîndar bûn.

Otobusa ku ajokarê wê Ahmet Elçi û plaqeya wê jî 68 AAK 600 e, di 10emîn kîlometreya rêbejaya Seydîşehir-Antalyayê da welgeriya şarampolê.

Gelek ambulans û herwiha ekîbên îtfaiye û polêsan şandin ciyê bûyerê.

Di qezayê da ji rêwiyan Mustafa Kemal Ozturk (22), Ayşe Şahin (75), Seher Şahin (40), Emrah Aktaş (30), Canan Aktaş (25), Mouse Almohammed, Siem Almohammed, Ferdi Baydemir û kesekî ku navê wî hê diyar nîne birîndar bûn.

Birîndar bi destê ekîbên tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Seydîşehirê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE