Li Konyayê otobusa gerê qeza kir û 6 kes mirin û 41 kes jî birîndar bûn.
Li kîlometreya 50yî ya ser rêya Konya-Aksarayê otobusa gerê ya bi plakeya 48 J 8149 ku Metîn Çetîndaş (49) diajot, ji ber rêya qeşagirtî şemitî û welgeriya.
Bi hewar daxistinê va gelek polês û ekîbên Servîsa Bilez a 112an sewqî cihê qezayê kirin. Di qezayê da Yasemîn Ozkan, Nazan Uysal, Mustafa Karakan, Mehmet Avcik, Buşra Nur Kaçan û Aslihan Akdoganê can dan û 41 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyan.
Rê demekê ji çûn û hatinê ra girtî ma û bi rakirina otobusê ji nû va hat vekirin.
Derket holê ku otobusa gerê ji Îzmirê derketiye rê û kesên dixwestin biçin Kapadokyayê dibir.
Şofêrê otobusê hat binçavkirin.
AA