Li Konyayê kamyonetekê qeza kir û şofêrê wê birîndar bû. Dema çend kesên ku çûn alîkariya wî bikin wesayîtekê li wan xist, 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.
Kamyoneteke şofêrê wê Ozgur Ozdemir û plaqeya wê 42 BVE 22 bû li navçeya Selçûkluyê taxa Horozluhanê li ser kolana Yenî Îstanbulê welgeriya û Ozdemir birîndar bû.
Adem Ersoy, Muhammed Ersoy, Muhammet Yaprakçi û Alî Osman Sari reviyan ku alîkariya şofêr Ozdemir bikin.
Di wê demê da wesayîta şofêrê wê Salih G. û plaqeya wê 42 DLN 35 bû li wan xist.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê lê Muhammed Ersoy û Alî Osman Sari li nexweşxaneyê mirin
Tedawiya Adem Ersoy, Muhammet Yaprakçi û Ozgur Ozdemir dewam dike.
Hat ragihandin rewşa Ozgur Ozdemir giran e.
Salih G. yê şofêrê wesayîta ku li van kesan xist hat binçavkirin û hat ragihandin alkol vexwariye.
AA