Li Yunaka navçeya Konyayê TIR û minîbusa karkerên çandiniyê tê da bûn li hev qelibîn û li gor agahiyên ewil 6 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan TIReke bi plaqeya 42 P 0171 û minîbusa bi plaqeya 14 M 0891 ku karkerên çandiniyê tê da bûn li ser rêya Konya-Enqereyê li texma Dortyolê li hev qelibîn.
Li gor agahiyên ewil di qezayê da 6 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Bi ambulansên sewqî ciyê qezayê kirin kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Konya û navçeyên Yunak û Cîhanbeyliyê.AA