"Li ku derê teşebûseke derbeyê hebe em li dijî wê nin"

 "Li ku dera dinyayê dibe bira bibe, li ku derê hewleke derbeyê hebe bêyî ku ferqê têxin nav, em li dijî hemûyan e."

"Li ku derê teşebûseke derbeyê hebe em li dijî wê nin"

Serok Erdogan: "Li ku dera dinyayê dibe bila bibe li ku teşebûseke derbeyê hebe em bê ferq û mehlî dijî hemûyan in."

 "Li ku dera dinyayê dibe bira bibe, li ku derê hewleke derbeyê hebe bêyî ku ferqê têxin nav, em li dijî hemûyan e."

 "Bi Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê ku me ava kir va, li gor baweriya min di xebatên fezayê da em derbasî qonaxeke nû bûn."

 "Li welatê me jimara bikarhênerên dewleta elektronîkê ji 41 milyonî derbas bû."

 "Îro merîfeta di qada daneyan da û bikaranîna wan wek nîşaneya qewetê tên hesibandin. Ji bo ku dane bibin xwedî qedr û qiymetê jî lazime bi nêrîna xwemalî û neteweyîbûnê xwedî lê bê derketin û ev yek wisa minkûn dibe."

 "Teknolojî çi qas pêş bikeve, di mijara zîrektiya çêkirî da teknolojî heta ku biçe jî însan ser her tiştî ra ye û wê wisa dewam bike."

 "Ez eşkere dibêjim, ji welatan tenê Tirkiye ji bo mebestên însanî li Sûriyeyê ye."

 "Zîrektiya çêkiri wê di her qadê da mohra xwe li pêşeroja dinyayê bixe û şoreşeke nipînûye. Divê em vê pêvajoya guherînê awayekî bikontrol birêva bibin. Bêyî amadehiyên hewce dikin tevlî pêla vê guherînê bûyîn wê me têxe nav pirsgirêkên pir cidî û em ê bi wan ra rû bi rû bimînin."

 "Li Sûriyeyê derdekî me yê dagirkirinê tuneye. 780 hezar kîlomêtreqare axa welatê me, besî me ye."

 "Ew her bûyerên di 5-6 salên dawîn da ku tên serê Tirkiyeyê perçeyekî wê projeya dixwazin welatê me bileqite û bikeve ye."

 "Di têkoşîna ku li dijî FETOyê tê kirin da tu teredut, sistî û sekin tuneye."

 "Em tu carî bi wî mêjiyê alema Rojava ya ku deriyên xwe li penaberan girtin û her roj di wê ava reş a Behra Spî da li mirina wan temaşe dikirin, tevnegeriyan û em nikarin wisa tevbigerin jî."

 "Me ne di burokrasiya eskerî ne jî ya sivîl de ne jî di alema kar û yên din de hişt ku hesaban di bin dilqê FETOyê da bikin û şehtê li têkoşîna rastîn bidin."

 "(Têkoşîna li dijî FETOyê) Heke kesên neheqî li wan hatibe kirin me heqê wan îadeyî wan kir. Lê heke hin kesên awayekî xwe veşartibin, karibûne xwe veşêrin me ew jî teqîp kirin, dîtin û derxistin pêş edaletê. Me destûr neda wan kesên ku xwestin vê têkoşîna pîroz tevlihev bikin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin." 

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE