Li Kulliyeya Serokomariyê konsereke taybet bi 4emîn sala 15ê Temmûzê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî, hat lidarxistin.
Di konsera ku bi serperiştiya Serokatiya Ragihandinê li Havuzlu Bahçeyê hat lidarxistin de, besteya bi navê "Destana 15ê Temmûzê" ku piyanîst û bestekarê navdar Fahîr Atakoglu ji bo ruhê Têkoşîna Neteweyî nota jê re danîne, yekem car hat guhdarkirin.
Besteya ku giringtirîn dem û mekanên şeva hewla derbeyê distire, ji beşên weke "Xiyanet, şeref, Marmarîs, sela, bang, serfermandar, mala gel, pira şehîdan û nobeda demokrasiyê" pêk hat.
Di konserê de Orkestraya Senfoniyê ya Serokomariyê û Koroya Zarokan a Rêveberiya Giştî ya Hunerên Bedew a Wezareta Çand û Geştiyariyê digel hunermendê navdar Samî Savnî Ozer refeqeta Fahîr Atakoglu kirin.AA