Li Kuşadasiya navçeya Aydinê boteke koçberên bêdestûr tê de bûn binav bû, 9 kes mirin û 4 kes jî sax hatin xilaskirin.
Li gor agahiyan li Kuşadasiyê boteke koçber tê de bûn binav bû.
Li ser îxbarê Hêzên Qeraxê çûn herêmê û gelek ambulans jî hatin sewqkirin.
Li gor agahiyên ewil di botê de 13 kes hebûn ku jê 9 kes xeniqîn û 4 kes jî hatin xilaskirin.
Tîmên Ewlehiya Qerexê û yên bejahiyê xebatan didomînin.
Qaymeqamê Kuşadasiyê Muammer Aksoy ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand koçberên ku xeniqîne jê 7 kes zarok û 2 kes jî jin in.
AA