Li Liceya Diyarbekirê 5 ton û 81 kîlogram esrar hat girtin

Li Diyarbekirê 5 ton û 81 kîlogram esrar, 14 milyon û 169 hezar û 150 serî kirkirk hat girtin

Li Liceya Diyarbekirê 5 ton û 81 kîlogram esrar hat girtin

 Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu ragihand ku li Liceya navçeya Diyarbekirê 5 ton û 81 kîlogram esrar, 14 milyon û 169 hezar û 150 serî kirkirk hat desteserkirin.

Soylu di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de destnîşan kir ku derbeyek mezin li terorê dan.

Wezîr Soylu wiha got, "Îro li Liceya Diyarbekirê di operasyona Yildirim 7 Narko Terorîzmê de 5 ton û 81 kîlogram esrar, 14 milyon û 169 hezar û 150 serî kirkirk hat desteserkirin. Her bijî cendirme." 

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî da hat ragihandin ku di çarçoveya operasyona Yildirim-7 Narko-Terorê da Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Diyarbekirê li kirê navçeya Licêyê operasyona li dar xist, li 255 ciyên pêş da tesbîtkirî, 2 ton û 221 kg xwelî, 2 ton û 860 kg kubar, bi tevahî 5 ton û 81 kg esrar, 14 milyon û 169 hezar û 150 serî kirkirk, 11 hezar û 525 mêtro xortûma avdanê û 2 motorên avê hatin bidestxistin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku di operasyonê da 3 berşikên ku bi madeya hişbirê hatin binçavkirin, hatin girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE