Li Lijneya Giştî ya Asambleya Parlamenterên Asyayê dengê dayîkên Diyarbekirê

Di Lijneya Giştî ya 12an a Asambleya Parlamenterên Asyayê ya li Antalyayê hat lidarxistin da qala banga dayîkên hesrata zarên xwe yên revandine çiyê dikişînin ên li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê nobeda ewledar digrin kirin

Li Lijneya Giştî ya Asambleya Parlamenterên Asyayê dengê dayîkên Diyarbekirê

Di Lijneya Giştî ya 12an a Asambleya Parlamenterên Asyayê (APA) ya li Antalyayê hat lidarxistin da qala banga dayîkên hesrata zarên xwe yên revandine çiyê dikişînin ên li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê nobeda ewledar digrin kirin.

Lijneya Giştî ya 12an a APAyê li oteleke li Herêma Turîzmê a Kunduyê bi beşdariya serokê meclisên 42 welatan, heyatên parlamenteran û ezayên çavdêr dewam dike.

Agahiyên nobeda ewladan a dayîkên ji ber ku zarên wan revandine çiyê 100 roj e li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê digrin di lijneyê da hatin parvekirin. Vîdeoya Ajansa Anadoluyê bi Îngilîzî amade kiribû û qala tiştên hatin serê dayîkan dike bi beşdaran dan temaşekirin. Beşdarên vîdeo temaşe kirin hestiyar bûn.

Asuman Erdogana Seroka Delegasyona Tirk a APAyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku mijareke di civînan da herî zêde li ser axivîn mijara terorê bû. Erdoganê destnîşan kir ku li parzemîna Asyayê meseleja herî girîng a welatan teror e, sedema xilasnebûna terorê jî ew e ku zarokan û ciwanan dixapîne û dike endamên xwe.

Erdoganê got rewşeke ku her kes hevdu fehm dike û heman hestan parve dike çêbû di platformê da, piraniya platformê ji jinan pêk tê ji ber vê xwest vîdeoyê li platformê bide temaşekirin.

- "Wêrekiya dayîkan bira ji dayîkên dinyayê ra bibe mînak"

Erdoganê got dixwaze zêdetir dengê dayîkên Diyarbekirê bigihîne her ciyî û wiha xeberda: "Em çiqasî bikaribin dengê wan bidin bihîstin, emê ewqas guh bidin qêrînên wan. Ew ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû dayikên li cihanê yên ji bo zarokên xwe digirîn, zarokên wan ketine destê terorê û bûne qurban mînak in. Bila ji wan ra jî bibin mînak, bila ew jî wêrek bin. Lewra ev wêrekî ye. Ez dixwazim bila her kes wêrekiya van dayikan bibîne û wan ji xwe ra bikin mînak. Hemû dinyayê rewşa dayikên zarokên ku niha divê li dibistanê bûbûna, lê li serê çiyê ne fêm kir. Vîdeoyê qasî ku tesîr li ser min kir, tesîr li ser kesên din jî kir. Dema emrê van zarokan hema hema di navbera 5 û 8 salan da ye. Kîjan dayik dikare li ber vê bêdeng bimîne. Ev pirsgirêkeke mirovî ye. Me hewara dayikekî parve kir, Xwedê kir ku min parve kir."

Erdogan spasiya kesên ji welatên din beşdar bûne jî kir.

- Têkoşîna dayika Hacîreyê ji bo dayikên din bûbû mînak

Li Diyarbekirê Hacîre Akara dayik ji bo Mehmet Akarê kurê xwe yê ku revandin serê çiyê, HDP wek berpirsê revandina kurê xwe dîtibû û îdia kiribû ku HDP bûye navbeynkar. Akarê ji bo vê di 22yê tebaxê da li ber avahiyê partiyê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin.

Akar ji bo ku kurê xwe nexe qurbanê terorê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û çalakiya wê bi ser ketibû û ew di 24ê tebaxê da gihîştibû kurê xwe.

Têkoşîna dayika Hacîreyê ya ji bo kurê xwe dabû, ji bo dayikên din ên ku heman êş û janê dikşînin jî bûbû mînak.

Piştî Akar Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçer jî di 3yê Îlonê da çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin û gelek malbatan piştgirî dabûn wan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE