Li Madenê talûkeya hezazê

Li Madena Elazığê wê 510 avahî bên valakirin

Li Madenê talûkeya hezazê

Li Taxa Camikebira Madena Elezîzê talûkeya hezazê heye. Ji ber vê Wezareta Karên Navxweyî qerar da ku 510 bînayên li vê taxê bên valakirin.

Li gorî rapora AFAD’ê li Taxa Camikebirê ya Madena Elezîzê, talûkeya hezazê heye.

Wezareta Karên navxweyî li ser vê raporê qerar da ku hin avahiyên li taxê bên tehliyekirin.

Li gorî vê li Taxa Camikebirê 278 mal û 232 kargeh, bi tevahî 510 bîna wê bên valakirin.

Beriya niha jî li Madenê hezaz çêbûbû û pira li devê bajêr xira bûbû.

Dîroka nûkirinê: 01 Gulan 2019, 18:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE