Piştî xebatên dûv-dirêj ên binesaziyê, xeta gaza siruştî gihîşt navçeya Mahserta Mêrdînê. Şaredarê Mahsertê Hüsamettin Altındağ ev soza xwe jî anî cih.
Xebatên kişandina gaza siruştî, par di Hezîranê de dest pê kiribûn. Hêj ku sal neqediya, xebat qediyan.
Êdî li Mahserta Mêrdînê jî gaza siruştî heye. Hatina gaza siruştî bi pêxistina meşaleyê hat pîrozkirin.
Şaredarê Mahsertê Hüsamettin Altındağ soz dabû gelê bajêr ku ew ê gaza siruştî bîne.
Bi xebata dawî ev soza xwe jî anî cih. Li bajêr kêf û kelecaneke mezin a gazê heye.