Li malê bimîne û pirtûkan bixwîne

Xelkê Diyarbekirê bi xwendina pirtûkan zêran qezanç dike

Li malê bimîne û pirtûkan bixwîne

“Şewba koronayê xwe li ber tevdiran nagre”. Li hemberê vîrosa koronayê têkoşîna herî mezin mal e. Şaredariya Kayapinara Diyarbekirê jî ji bo gel teşwîqê malê bike dest bi kampanyeke balkêş kir. Kesên ku ji malê dernakevin û pir pirtûkan bixwînin wê 225 zêran qezanç bikin.

Piştî ku li Turkiyeyê ji ber şewba koronayê insan mirin û nexweş hatin tespîtkirin tevdîrên dewletê zêde bûn.

Li Diyarbekirê jî li hemberî rîska koronayê tevdîrên berfireh tên girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo korona zêdetir berbelav nebe xebatên dezenfektekirinê didomine.

250 Tîmên şaredariyê li navenda bajêr û li 17 navçeyan cihên ku welati zêde diçinê paqij dike.

Serokê Daîreya Tenduristiya Şaredariyê Mustafa Korkutan:Serok Recep Tayyip Erdogan ji gelê Tirkiyê rica kir û got: heta tehdîda koronayê bi dawi bibe ger hewce neke ji malên xwe dernekevin.

Piştî banga Serok Erdogan kuçeyên Amedê ji sedî 50 vala bûn. Xelk jî êdî devdîrên xwe digir in.

Li dijî vîrusa koronayê têkoşîna herî mezin ewe ku mirov ji malê dernekeve.

Şaredariya Kayapinarê jî ji bo gel teşwîqê malê bike dest bi kampanyayeke balkêş kir.

Hûr û gir her kes dikarê beşdarî projeya bi navê “li malê bimîne û pirtûkê bixwîne” bibe.

Kesên ku li malê bimînin û pirtûk bixwînin wê 225 zêran qezanç bikin.

Bi talîmata cigîrê şaredarê kayapinarê Ünal Koç, li gel û xwendekaran bêpere pirtûk jî tên belavkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE