Li malê pirtûkan dixwînin

Ji ber ku xelk ji malê dernakeve xwendin û firotina pirtûkan zêde bûye

Li malê pirtûkan dixwînin

Ji ber şewba koronayê piraniya welatiyan ji malê dernakevin û li malê pirtûkan dixwînin. Ji bo vê yekê jî firotina pirtûkan zêde bûye.

Li Turkiyeyê ji ber şewba vîrûsa koronayê piraniya welatiyan ji malê dernakevin.

Li Agriyê jî welatiyên ku ji malê dernakevin ji bo ku dema xwe xweş derbas bikin pirtûkan dixwînin.

Xwediyên dikanên kirtasiyê dibêjin welatiyên me zêdetir di warê zanist û îslamiyetê de pirtûkan distînin.

Welatî jî dibêjin divê bi taybetî zarok di van rojan de pirtûkan bixwînin û xwe pêş bixin.

Kesên ku di van rojan de pirtûkan dixwînin him wextê wan vala derbas nabe him jî tiştên nû hîn dibin.

Ji bo ku nexweşî zêdetir belav nebe Wezareta Tenduristiyê her roj dubare dike û dibêje ji malê dernekevin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE