Li Mala Çavdêriyê ya Rojhilatê Anadoluyê bi şev şahiya stêrkan

Çalakî wê di navbera 22 û 24ê tîrmehê da li bajêr bê lidarxistin.

Li Mala Çavdêriyê ya Rojhilatê Anadoluyê bi şev şahiya stêrkan

Li Erziroma ku Saziya Lêkolînên Zanistî û Teknolojîk a Tirkiyeyê (TUBÎTAK) wê "Çalakiya Çavdêriya Ezman" li dar bixe, di tariya şevê da li Mala Çavdêriyê ya Rojhilatê Anadoluyê (DAG) bi sepana wênekişandina demdirêj va ezman hat raçavkirin.

Çalakî wê di navbera 22 û 24ê tîrmehê da li bajêr bê lidarxistin.

Çalakî di hîmayeya wezaretên Pîşesazî û Teknolojiyê, Ciwanî û Werzişê, Çand û Turîzmê da tê lidarxistin.

Walîtiya Erziromê, Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê, Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê ya Bakur (KUDAKA), Zanîngeha Ataturkê û Ajansa Danasîn û Pêşxistina Turîzmê ya Tirkiyeyê (TGA) jî piştgiriyê didin çalakiyê.

Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) li herêma ku çalakiya raçavkirinê wê bê lidarxistin şev bi teknîka wênekişandinê ya demdirêj va wêneyên ezman kişand.

Kesên ku wê beşdarî vê çalakiyê bibin wê herin herêma ku 3 hezar û 170 mêtro bilind e û wê herêmê ziyaret bikin. Zanyarên ezman ên pispor û amator jî wê li wir bi alavên taybet va raçaviya ezman bikin û stêrkan bibînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE