Li Mala Dengbêjan dîsa kilam tên gotin

Mala Dengbêjan a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo domandina dengbêjiyê li qonaxeke dîrokî vekiribû di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da di 15ê adarê da hatibû girtin.

Li Mala Dengbêjan dîsa kilam tên gotin

Li Diyarbekirê Mala Dengbêjan a ji bo domandina dengbêjiya edebiyata devkî ya Kurdan bi destê Şaredariya Bajarê Mezin hatibû vekirin û di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da hatibû girtin dîsa hat vekirin û lê dengê dengbêjan olan dide.

Mala Dengbêjan a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo domandina dengbêjiyê li qonaxeke dîrokî vekiribû di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da di 15ê adarê da hatibû girtin.

Di çarçoveya tevdîran da Mala Dengbêjan dîsa hat vekirin, dengbêjên li qonaxê kom bûn û stranên qala destan, hezkirin, tebîet, jan, êş, û hesretê dikin dibêjin.

Dengbêjên berê gund gund digeriyan sitran digotin nika li Mala Dengbêjan kom dibin û ziyarevan û mêvan jî ji ber vekirina malê gelekî kêfxweş in.

 "Dîwanên me yên dengbêjan ew ê 6 rojên hefteyê dewam bikin"

Alî Çelîkê Serokê Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê diyar kir ku ji ber pandemiyê navber dan dîwanên dengbêjan.

Çelîk got bi tevdîrên hildan va dîsa dest bi dîwanên dengbêjan kirin û wiha pê da çû: "Hem Diyarbekirî hem jî hezkiriyên dengbêjan hatin vê derê. Demeke dirêj bû hesreta kilaman mabûn. JI vê hefteyê pê va xebatên me dest pê kirin. Xêncî roja duşemê her roj dîwanên me yên dengbêjan ew ê hebin. Her roj di navbera saet 10.00-17.00an da qonaxê vekirî be."

Çelîk got ji ber ku têkoşîna dijî Kovîd-19ê hê dewam dike tevdîran hildidin û wiha pê da çû: "Em bi taybetî ji mêvanên xwe dixwazin ku rûpêçên xwe bidin ber devê xwe. Ji bo dezenfektanê xebatên lazim dikin hatin kirin. Li vê derê ji bo mesafeya fizîkî jî baldarî heye. Me hemû tevdîr hildan."

Hasan Bîlîciyê dengbêj diyar kir ku kêmzêde pêvajoya 6 mehê di mala xwe da derbas kir, bi vekirina Mala Dengbêjan va dîsa dest bi gotina kilaman kirin.

Bîlîcî got bi Kovîd-19ê ketibû jê xilas bû û wiha axivî: "Îro gelek kes hatin guhdariya me. Em ji vê şûn da li vê derê ne û kêfxweş in."

Huseyin Suphandagê ji mêvanên Mala Dengbêjan got ji ber nexweşiyê navber dabûn xebatan ji ber ku hat vekirin jî kêfxweş bûn.

Suphandag wiha pê da çû: "Ev dera 6 meh bû girtî bû. Dema guhdarî dikim kêfxweş dibim. Xwedê jê razî ev der hat vekirin. Ev dera ji bo me serbilindî ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE