Li mala xwe amadehiya pêşbirka teknofestê dike

Li Hakkariyê xwendekarê serkeftî Vehbî Batuhan li mala xwe ji bo teknofestê amadehiyê dike.

Li mala xwe amadehiya pêşbirka teknofestê dike

Li Hakkariyê xwendekarê serkeftî Vehbî Batuhan li mala xwe ji bo teknofestê amadehiyê dike. Vehbî ji bo pêşbirkê bi navê "bi fişara hewayê firandina roketê" projeyek amade kir. dûv re jî vîdeoya wê kişand û li ser twitterê par ve kir. Vîdeoya Vehbî gelek hat ecibandin.

Teknofest ji bo hemû xwendekarên welêt derfeteke mezin e.

Gelek xwendekar bi fikr û projeyên xwe beşdarî teknofestê dibin.

Yek ji wan jî xwendekarê dibistana navîn Vehbi Batuhan Okuducu ye.

Vehbi Batuhan li Colemêrgê dijî û bi serkeftina xwe ket Atolyeya Biceribîne-Çêkeyê.

Ji ber koronayê nikare here atolyeyê û ji bo pêşbirka roketê ya teknofetê amadehiyê bike.

Xwendekarê serkeftî li mala xwe bi navê "Bi Fişara Hewayê Firandina Roketê" deneyek amade kir û dîmenên wê li ser twitterê parve kirin.

Serokê Lijneya Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyê Haluk Bayraktar jî pêşî xwendekarê serkefetî pîroz kir.

Dûv re jî vîdeoya wî li ser hisabê xwe yê twitterê par ve kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE