Seyfettin Bedir, ji Ercişa Vanê ye. Seyfettin hoste tamîra saetan dike lê ji ber şewbê nikare ji malê derkeve. Ew jî li mala xwe saetên nas û cîranan belaş tamîr dike.
Hostayê tamîra saetan Seyfettin Bedir li Taxa Salihiyeya Ercişa Vanê dijî.
Ev 45 sal in debara xwe bi tamîra saetan dike.
Seyfettin Hoste, di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê de niha karê xwe li mala xwe dike.
Seyfettîn Hoste saetên nas û cîranan jî bêpere tamîr dike.
Hosteyê saetan saetên kevn jî berhev dike û koleksiyoneke wî ya saetan heye.
Seyfettin Hoste li hêviyê ye vîrûsa koronayê ji welatê me here û bizivire jiyana xwe ya normal.