Li Malatya û Gaziantepê cezayê pere dan 392 kesên ku tedbîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) binpê kirin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlekariya Gazîentabê, li bajêr di kontrolên tedbîrên Kovîd-19ê da li 17 kesên ku pabendî mesafeya civakî û maskeyê nebûn û 343 kesên ku pabendî sînordarkirina derketina derva nebûn, bi tevahî li 360 kesan cezayê pere hat birîn.
Her wiha di çarçoveya tedbîran da 308 kargeh jî hatin kontrolkirin.
-Malatya
Li Malatyayê jî di kontrolên ekîbên Midûriya Ewlekariya Bajêr a Malatyayê da 32 kesên ku di 24 saetên dawîn da guh nedan sînordarkirina derketina derva bi tevahî 28 hezar û 800 lire cezayê pere li wan hat birîn.
Ekîban her wisa 268 kargeh û wesayîtên komî kontrol kirin, lê rastî tu neyêniyan nehatin.
AA