Li Malatyayê 20 koçberên bêdestûr yên dereqanûnî ketine welêt û 2 qaçaxçiyên koçberan hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlehiya Bajêr ekîban li ser rêya Malatya û Elazığê li taxa Bagtepeyê wesayîtek dan sekinandin û tê da 20 koçberên bêdestûr tesbît kirin.
Ekîban jê 19 ji Efxanistanê yek jî ji Pakistanê tevahî 20 koçberên bêdestûr û 2 qaçaxçiyên koçberan binçav kirin.
Der barê 2 qaçaxçiyên koçberan da miemele hat kirin, 7 zarok teslîmî Midûriya Şaxa Zarokan hatin kirin.
Der barê 13 kesan da 4 hezar û 746 lire ceza hat birîn û ew teslîmî Navenda Paşveşandinê ya Malatyayê hatin kirin.
AA