Li Malatyayê ceza dan 103 kesên ku tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) binpê kirin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlekariya Bajêr, li tevahiya bajêr kontrolên ji bo tevdîrên Kovîd-19ê dewam dikin.
Di 24 saetan da ceza 102 kesên ku sînordarkirina derketina derva binpê kirin, hat birîn.
Ekîban 91 hezar û 800 lire ji van kesan û 900 lire jî kesekî ku maske bi kar neanî birîn.
Her wiha 1061 kargeh hatin kontrolkirin û ceza 20 kargehan hat birîn.
AA