Ji ber vîrûsa koronayê hema bêjin her kes li malê ye. Şaredariya Battalgaziya Malatyayê jî ji bo kêfa welatiyan were tiştek kir. Şaredariyê hunermend li otobuseke servekirî siwar kirin û hunermendan ji bo welatiyan konser da.
Piraniya welatiyan ji ber şewbê ji malê dernakevin û car caran aciz dibin.
Şaredariya Battalgaziya Malatyayê jî xwest bi projeyeke balkêş kêfa welatiyan bîne.
Hunermend li otobûseke servekirî siwar bûn û sîstema xwe ya muzîkê amade kirin.
Otobûsa servekirî li Battalgaziyê tax bi tax geriya û ji bo welatiyan kilam û stran gotin.
Welatî derketin ber pace û şaneşînan û bi hunermendan re kilam û stran gotin.