Li Malatyayê nexweşxaneya onkolijiyê ya herî mezin

Li Malatyayê nexweşxaneya pençeşêrê ya herî mezin a Turkiyeyê amade ye

Li Malatyayê nexweşxaneya onkolijiyê ya herî mezin

Li Malatyayê di bin banê Zanîngeha İnönü de, nexweşxaneya pençeşêrê ya herî mezin a Turkiyeyê tê vekirin . 217 nexweş dikarin lê bimînin û tedawiya wan were kirin.

Li Malatyayê di sala 2017an de çêkirina nexweşxaneya pençeşêrê dest pê kir.

Qada nexweşxane li ser e, nêzî 32 hezar metrekare ye.

Li vê nexweşxaneyê 176 nexweşên onkolojî û hematolojiyê, 84 nexweşên kemoterapiyê wê bikaribin lê bimînin û bên tedawîkirin.

Ev nexweşxane, nexweşxaneya pençeşêrê ya herî mezin a Turkiyeyê ye.

Nexweşxane bi awayekî luks hatiye çêkirin.

Serbijîşk Ali Beytur: "Ev nexweşxaneyeke herî girîng a Turkiyeyê ye. Li vir operasyonên cerahî yên girîng wê bên kirin. Êdî tedawiya nexweşan li vê derê tê kirin. Di demeke kurt de beşa kemoterapiyê û beşên din wê werin vekirin."

Tê payîn ku Serok Erdogan vekirina nexweşxaneyê bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE