Li Malatyayê sînordarkirina derketina derva bi droneê hat kontrolkirin

Li Malatyayê sînordarkirina derketina derva bi droneê hat kontrolkirin

Li Malatyayê ekîbên polêsan drone emilandin û wisa sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da kontrol kirin.

Ekîbên Amîriya Buroya Wesayîtên Asîmanî yên Bêmirov a Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, di çarçoveya sînordarkirina derketina derva da li navenda bajêr li Meydana Soykanê, Meydana Gel a 15ê Tîrmehê, Kolana Sîvasê, Kolana Fuzulî, Kolana Qişlayê, Kolana Înonu bi droneê va kontrol pêk anîn.

Di kontrolan da diyar bû ku li bajêr welatî pabendî tedbîra sînordarkirina derketina derva dibin.

Her wisa ekîbên polêsan li ciyên cuda kotrolên xwe domandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE