Li Malazgirtê ji ber lehiyê 50 dewar telef bûn

Serokê Odeya Zîreatê ya Malazgirtê Tahsîn Kiliç daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku li gundê Bostankayayê ji ber lehiyê 50 dewar telef bûn.

Li Malazgirtê ji ber lehiyê 50 dewar telef bûn

 Li Bostankayaya gundê Malazgirtê navçeya Mûşê ji ber lehiyê 50 dewar telef bûn.

Serokê Odeya Zîreatê ya Malazgirtê Tahsîn Kiliç daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku li gundê Bostankayayê ji ber lehiyê 50 dewar telef bûn.

Kiliç diyar kir ku ji ber taviya li navçeyê barî jî li 15 gundan gelek zeviyan da xisar çêbû û ev gotin: 

"Cotkarên me yên li 15 gundan ji vê bobelatê xisar dît. Li gundê me yê Bostankayayê jî biqasî 50 dewar telef bûn. Zirar zehf zêde ye. Eraziyên çandiniyê bi temamî çûne. Herwiha gelek amûrên çandiniyê yên li gund jî bi avê da çûne."

Kiliç got der barê rewşê da agahî dan Qaymeqamê navçeyê Emre Yalçin û got ku "Bi komîsyona tesbîtkirina xisarê ya ku dê qaymeqamtiya me peywirdar bike di çarçoveya qanûnî da dê mexdûriyeta cotkarên me bê çareserkirin. Hem rayedarên qaymeqamtiyê hem jî serokatiya me ya Odeyê dê dest biavêje vê bûyerê û ji bo ku bibe alîkarê cotkarên me dê hemû derfetan seferber bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE