Li Manastira Sumelayê dest bi ayînê kirin

Li alema Xiristiyanan îro wekî "roja derketina asîmanan a Meryam Anayê" tê qebûlkirin kesên ji bo beşdarî ayîna salvegera rojê bibin jî ber destê sibê bi minibêsan hatin Manastira Sumelayê û dest bi amadehiyan kirin.

Li Manastira Sumelayê dest bi ayînê kirin

 Li Manastira Sumelayê ya li quntara Karadaxê ya Maçkaya navçeya Trabzonê 88 sal şûn da ji sala 2010î vir da destûr hat dayîn ku Xiristiyanên Ortodoks di salê da carekî ayînê bikin. Îsal li manastirê dest bi ayîna 7an kirin.

Li alema Xiristiyanan îro wekî "roja derketina asîmanan a Meryam Anayê" tê qebûlkirin kesên ji bo beşdarî ayîna salvegera rojê bibin jî ber destê sibê bi minibêsan hatin Manastira Sumelayê û dest bi amadehiyan kirin.

Ekîbên cendirmeyan li dora manastirê tevdîrên ewlehiyê hildan û bi kûçikê lêgerînê va li manastirê geriyan.

Ziyaretvanên beriya ayînê hatin manastirê bi kartên ku Walîtiya Trabzonê dan wan va li gor rêzê ketin manastirê.

Ji ber restorasyona dewam dike 4 sal bû ayîn nedihat kirin, ji ber tevdîrên Kovîd-19ê jî îsal 70 kes beşdarî ayînê dibin.

Balyoz Christian Bergerê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê jî di nav beşdaran da cî girt. Ayîna ku salên berê Bartholomeosê Patrîkê Rûm ê Fenerê îdare dikir îsal bi destê rayedarên Patrîkxaneyê tê kirin.

Ji ber ayînê îro hetanî saet 14.00an xêncî heyetê kesek nikare Manastira Sumelayê ziyaret bike. Welatiyê piştî ayînê di navbera saet 14.00-20.00î da bikaribin manastirê ziyaret bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE