Li Mardinê bi 4 zimanan konser dan welatiyan

Ji bo welatiyên li malên xwe ne bi 4 zimanan konser dan

Li Mardinê bi 4 zimanan konser dan welatiyan

Bi piştgiriya şaredarî û walîtiya Mardinê ekîbeke muzîkê li kuçe û kolanan geriya, bi 4 zimanan konser dan welatiyan. Di heyama şewba koronayê de ji ber ku gel ji malên xwe dernakevin, vê yekê ew kêfxweş kirin.

Di rojên şewba koronayê de gel ji malên xwe dernakevin.

Li gelek deran ji bo gel kêfxweş bibe çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.

Li Mardinê bi piştgiriya şaredarî û walîtiyê ekîbeke muzîkê bi otobuseke servekirî konser da.

Ekîb li kuçe û kolanan geriya, bi 4 zimanan konser da.

Gel jî bi vvê yekê gelek kêfxweş bû; welatî derketin şaneşînan çepik lêdan, bi telefonan qeyd kirin.

Ekîba muzîkên ji bo welatî li malên xxwe bimînin anonsên hişyariyê jî kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE