Li Mêrdînê di çarçoveya "Hefteya Mitbaxa Tirkan" da çalakî hat lidarxistin û xwarinên herêmî hatin nasandin.
Di çarçoveya "Hefteya Mitbaxa Tirkan" a ku bi serkêşiya Emîne Erdogana xanima Serokomar Recep Tayyîp erdogan tê pîrozkirin da bi hevkariya Walîtiya Mêrdînê û Şaredariya Bajarê Mezin, Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê û Midûriya Turîzm û Çandê ya Bajêr va li Meydana Cumhuriyetê ya li Artukluya navçeya navend çalakî hat lidarxistin.
Çalakî bi govenda Civaka Hunerên Rapêşiyê ya Mezrunayê va dest pê kir û saziyên civakî yên sivîl stantên ku xwarinên herêmî dinasinin vekirin.
Digel dolmeyên paresûyan, îkbebet, kîbe, îrok û sembuseka ku par hatin tescîlkirintahmên wekî şekirên bayîfan, şerbeta rihanê, koka sûsê hatin nasandin, şekirên bayîfan û şerbet hat îkramkirin.
Di çarçoveya hefteyê da dê li bajêr çalakiyên der barê gastronomiyê da çalakî bên lidarxistin.AA