Komeleya Pîşesaz û Karmendên serbixwe ‘MÜSİAD’ê’ bi navê “di sektorana înşeatê de pirsgirêkên rojane û çareseriya wan” li Mêrdînê civînek li dar xist. Di civînê de li ser aboriya herêmê, pirsgirêka sektorê û çareseriya wan hat sekinîn.
Komeleya Pîşesaz û Karmendan- MÜSİADê, li Mêrdînê civîneke şewrê ya bi navê “Di Sektora Înşeatê de Pirsgirêkên Rojane û Çareseriya Wan” kir.
Di civînê de gelek nûnerên sektoran cî girtin.
Her wiha alîkarê Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Mücahit Demirtaş, Walî û Cîgirşaredarê Mêrdînê Mustafa Yaman, gelek rayedar, karsaz û karmend beşdarî civînê bûn.
Karsaz û nûnerên sektoran dibêjin, heke pirsgirêkên sektoran bên çareserkirin dê aboriya herêmê jî bi pêş keve.