Li Mardinê di şewata malekê da dayikek û 3 zarok mirin

Li Mazıdağıya navçeya Mardinê di malekê da şewat derket, dayikek û 3 zarokên wê mirin.

Li Mardinê di şewata malekê da dayikek û 3 zarok mirin

Li gor agahiyan li taxa Kayalarê mala Yunus Turê di şirketekî da wek xebatkarê ewlehiyê dixebite ji ber sedemeke hê nediyar e şewat derket.

Şêniyên taxê caw dan tîmên agirkuj, tenduristiyê û polêsan.

Xanima malê Nîsan Tur û zarokên wê Lorîn (8), Gulê (5) û Mîran (6 mehî) ji ber dûyê şewatê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mazıdağıyê.

Li nexweşxaneyê gelek hewl hat dayîn, lê dayik û zarokên wê li wir mirin.

Yunus Turê li kar bû dema hîn bû ku jina wî û zarokên wî mirine, rondik barandin û ji xwe va çû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE